TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump û Erdogan wê li ser Minbicê biaxivin.

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 22 adar 2018 18:36

Wezîrê karê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawuşoglû, di derbarê pirsa hebûna YPGê li Minbicê ragihand ku îro serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Amerîka Donald Trump, wê di derbarê Minbiciê de bi telefonê biaxivin.

Mewlût Çawuşoglû diyar kir, ku di gava pêşî de, YPG wê ji Minbicê derkeve û Tirkiye û Amerîka wê bi hev re bixebitin. Di gava duyemîn de jî em ê diyar bikin ku kî  wê bajêr bi rê ve bibe.

Çawîşoglû got: Wê rêvebirina Minbicê li gorî rêjeya nufûsa gelê vî bajarî were diyarkirin. Herwiha pêvajoya Minbicê ji bo rojhilatê Firatê û Reqayê jî wê bibe mînak.

Parve bike: