TR KU SO
FB X
Cîhan

YPGê li Efrînê 3 dizên zeytûna kustin!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2018 18:06

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê YPGê êrîş bire ser komeke dizên zeytûna. Di encamê de 3 diz hatin kuştin.

Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê li navçeya Racoyê li gundê Goliyê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî dizên zeytûna operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de 3 dizên zetyûna hatin kuştin.

Li gorî agahiyan kesên ku hatine kuştin, endamên Ehrar El-Şergiyê bûn.

Piştî ku di 18ê Adarê de Efrîn ji destê PYDê derket, li herêmê kuştin û talanê dest pê kir.

Parve bike: