TR KU SO
FB X
Cîhan

YSP îro kongreya xwe li dar dixe û navê partiyê diguherîne

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2023 12:59

PeyamaKurd – Partiya Çepên Kesk (YSP) îro 15ê Cotmehê li paytexta Tirkiye Enqereyê kongreya xwe ya 4emîn li dar dixe.

YSP ku ji ber doza girtinê ya HDPê ketibû hilbijartinan û niha di parlamentoya Tirkiyeyê de cî digire, di kongreyê de navê partiyê jî tê de ji sedî 80-90ê rêveberiya xwe diguherîne.

Ji bo kongreyê ji bilî partiyên din ên Tirkiyeyê û partiyên sosyalîst ên welatên din, AK Partî û MHP jî hatine vexwendin.

Biryar e di kongreyê de, navê partiyê were guhertin.

Parve bike: