TR KU SO
FB X
Kurdistan

HDP kongreya xwe ya mezin li dar dixe: Navê Buldan û Sancar derketin pês

📅 22 sibat 2020 20:38

PeyamaKurd Amadekariyên Kongreya Mezin a 4emîn a HDPê berdewam dike. Beriya kongreya ku sibê li Enqereyê pêk bê, hat diyar kirin ku ji bo Hevserokatiya HDPê navên Pervin Buldan û Mithat Sancar dertên pêş. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê sibe 23yê Sibatê de li Salona Arena ya  Enqereyê 4emîn Kongreya Asayî were lidarxistin.

Tê çaverêkirin ku ji 26 welatan û 54 nûnerên partiyên siyasî beşdar bibin. Bi taybetî dê ji welatên Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqa û welatên Ewropayê gelek nûnerên partiyên siyasî tev li kongreyê bibin. Rêxistina HDPê dê sibê bi hişyariya “Em ber bi pêşerojê ve dimeşin" kongreya xwe li dar bixe.

Di encama nîqaşan de ji bo hevserokatiyê navên Buldan û Sancar derket pêş

Îro ji bo beşdarî kongreyê bibin ji gelek bajar û navendan gel bi otobusan ber bi Enqereyê ve derketin rê. Ji bo çareseriya astengî û pirsgirêkên di kongreyê de derkevin yekîneya Koordînasyona Qeyrana Kongreyê hat avakirin. Fatma Kurtulan, Saruhan Oluç, Mahmut Togrul Mithat Sancar û parêzer jî di nav de gelek kes dê di Naveda Kordînasyona Kongreyê de cihê xwe bigirin û dê rasterast ji bo çareseriyê amade bibin. Dê gelek akademîsyen û rojnameger di kongreyê de cihê xwe bigirin. 

 Beriya Kongreyê di nîqaşên Komîsyona Mutabakatê de hat diyarkirin ku tê payin ji bo Hevserokatiya Giştî ya HDPê Mithat Sancar û Pervin Buldan bên hilbijartin. Komîsyona Mutabakatê dê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin.

Parve bike: