TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çekdarên rejîma Îranê kolberekî din ê Kurd kust

Leyla Denli
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2022 16:59

PeyamaKurd – Çekdarên rejîma Îranê, do li sînorê Serdeştê ya li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwaneke kolberên Kurd kirin û di encamê de kolberek kuştin.

Li go zanyariyan, di encama êrîşa rasterast a çekdarên Îranê de kolberekî Kurd ê bi navê Rehman Mamxizrî can daye.

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku çend gule ber ser û pişta Rehman Mamxizrî ketine.

Hat zanîn ku ku kolberê hatiye kuştin bavê 5 zarokan bûye.

Parve bike: