TR KU SO
FB X
Kurdistan

Deriyê sînorî yê bi Îranê re sibe ji nû ve vedibe

Hevi Turan
Nivîskar
📅 22 hezîran 2020 00:45

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 22yê Hezîranê dergehê sînorî yê Xosrewî yê navbera Iraq û parêzgeha Kirmaşan a Rojhilata Kurdistanê ji nû ve tê vekirin ku ji ber koronayê hatibû girtin.

Qaymeqamê Qesra Şêrîn Morad Elî Tatar ragihand, vekirina dergehê sînorî ji bo hateçûna welatî û geştiyaran e û ji bo barhilgirên bazirganiyê wê qedexekirî bimîne û karê bazirganî wê li wir nebe.

Dergehê Xosrewî di navbera Iraq û bajarê Qesra Şêrîn ê parêzgeha Kirmaşanê de cî digire.

Parve bike: