Kurdistan
Di Kongreya 14an a PDKê de çend biryarên nû hat dayîn
PeyamaKurd – Di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de çend biryarên nû hat dayîn.
Hat ragihandin, biryara ku postê Sekreterê Polîtburoyê nemîne û polîtburoya nû, çar îdareyên wê hebin hat dayîn.
Li gor hat zanîn, di Kongreya 14an a PDKê de biryar hat dayîn ku li şûna Sekreterê Polîtburoyê, Berpirsê Desteya Îdareyê hebe.
Herwiha di kongreyê de biryar hat dayîn ku 15 heta 17 endamên polîtburoyê ji nav Komîteya Navendî werin hilbijartin û pênc ji wan bibin Desteya Îdareyê û yek ji wan bibe Berpirsê Desteyê.
Herî dawî li kongreyê hat diyarkirin ku encûmena parêzgehan bibin ofîsa rêxistina parêzgehan.