PDKê amadekariyên ji bo Kongreya 14an xurt kirin
PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo lidarxistina Kongreya 14emîn a partiyê amadekariyên xwe xurt kirine.
Cîgirê serokê komîteya amadekar a kongreya 14 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nejat Hesen eşkere kir, her çiqan hîn roja lidarxistina kongreyê nehatiye diyarkirin jî amadekarî hatine zêdekirin.
Li ser gotegotên belav bûne yên wekî ‘endamên nexwedî bawername û asta bawernameyê ji dîplomayê kêmtir nebe’ nikarin beşdarî kongreyê bibin jî Nejat Hesen da zanîn ku tiştekî wiha nîne û got, “Mafê her endamekî heye ku deng bide û xwe bibijêre, çi jêhatîbûna wî be, çi jî bi kapasîteya wî be, endambûna PDKê girîng e.”
Cîgirê serokê komîteya amadekar a 14. kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nejat Hesen ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê re gotiye, ti pileyek ji bo namzediyê pêwîst nîne.
Kongreyên berê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê:
- Yekemîn kongre di 16ê Tebaxa 1946an de li Bexdayê li mala Seîd Fehîm û bi amadebûna nêzîkî 70 delegeyan bi dizî hat lidarxistin.
- Kongreya 2yem di adara sala 1951ê de li Bexdayê, li mala Elî Hemdî, bi amadebûna nêzîkî 30 nûnerên bask û herêmên PDKê, hat lidarxistin.
- Kongreya 3yem di 26.12.1953an de, li Kerkûkê, bi amadebûna nêzîkî 35–40 delegeyan hat lidarxistin.
- Kongreya 4an di 4-7ê Çiriya Pêşîn a sala 1959an de li Bexdayê, li mala Kaka Ziyad, bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî hat lidarxistin.
- Kongreya 5an di Gulana 1960î de li navenda wê demê ya partiyê li Bexdayê hat lidarxistin.
- Kongreya 6an di destpêka tîrmeha 1964an de li Qeledzeyê hat lidarxistin.
- Kongreya 7emîn di tarîxa 15.11.1966 de, li Gelale hat lidarxistin.
- Kongreya 8emîn di 1ê Tîrmeha 1970î de li Newpirdanê bi amadebûna 488 delegeyan hat lidarxistin.
- Di 4ê Çiriya Pêşîn a 1979ê de kongreya nehemîn hat lidarxistin û tê de Mesûd Barzanî wek serok hat hilbijartin.
- Kongreya 10an di 2-12 Kanûn 1989 de li Mirgewerê bi beşdariya 332 delegeyan pêk hat.
- Kongreya 11an, sala 1993an, li Hewlêrê, bi beşdariya (2176) nûneran, hat lidarxistin.
- Kongreya 12. di 6-14.10.1999 de, li Hewlêrê, bi beşdariya 1473 delegeyan hat lidarxistin.
- Kongreya 13. di 11.12.2010 de, li Hewlêrê, bi beşdariya zêdetirî 1500 delegeyan birêve çû.