TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro civîna xwe ya heftane li dar dixe

Leyla Denli
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2022 13:59

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, civîna xwe ya heftane li dar dixe.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, di civîna îro ya Encûmena Wezîran de, dawî pêşhatên siyasî yên Iraq, Herêma Kurdistanêm navçeyê û Lûtkeya Cidde ya ji bo Asayiş û Geşepêdanê tên gotûbêjkirin.

Hat ragihandin, di civînê de raporta asta lêkolînan a derbarê cibicîkirina karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di sê salên temenê xwe de tê pêşkêşkirin.

Herwiha di civînê de, reşnivîsa projeyasaya (sererastkirina yekem a yasaya Encûmena Şûra ya Herêma Kurdistanê) hejmar (14) a sala 2008an tê pêşkêşkirin.

Parve bike: