TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Leyla Denli
Nivîskar
📅 29 îlon 2021 14:31

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro dicive.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, di civînê wê ev babet bên guftûgokirin:

Yekem: Reşnivîsa peyrewa Encûmena Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê.

Duyem: Reşnivîsa projeya yasaya çek li Herêma Kurdistanê.

Sêyem: Reşnivîsa projeya stratejîk a niştimanî ya rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê 2021 – 2025.

Çarem: Rasperdeya damezirandina encûmenekê bi navê (Encûmena Bexşandina Bawerîyê bi Navendan û Bernameyên Perwerdeyê li Dezgehên Perwerde û Xwendina Bilind li Herêma Kurdistanê – Iraqê) ji bo danîna standarta guncaw ji bo çespandina baweriyê bi awayekî ku bi standartên navdewletî re hevterîb be.

Parve bike: