Kurdistan
Encûmena Wezîran îro civîna xwe ya heftane li dar dixe
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran îro dicive û di civîna xwe de guftûgoyê li ser du mijaran dike.
Li gor zanyariyan, îro Encûmena Wezîran a Hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest bi civîna xwe ya heftane kir.
Herwiha hat ragihandin ku di civîna îro de wê giftûgo li ser du mijaran were kirin ku yek ji wan nîqaşkirina li ser biryara civîna berê ya Encûmena Wezîran a di derbarê mekanîzma têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de û mijara dudiyan jî astengiyên berdem amadekirina proje budçeya Herêma Kurdistanê ye.