TR KU SO
FB X
Kurdistan

General Mezlûm Noela servanên xirîstiyan ên nav HSDê pîroz kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2019 20:23

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî cejna jidayikbûna Hz. Îsa (Mesîh) û Noela şervanên xirîstiyan ên di nav HSDê de pîroz kir.

Mezlûm Ebdî vîdyoya pîrozkirinê li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir û got, “HSD cejna hemû şervanên nav xirîstiyan ên nav HSDê û hemû xelkê me yê xirîstiyan pîroz dike. Em hêvî dikin ev roj aştî, aramî û hezkirinê werîne nav civaka xirîstiyan a Sûriyê û her dereke din.”

Parve bike: