General Mezlûm sersaxî ji Fransayê re xwest
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi boneya bûyera qezaya li Maliyê ku di encamê de 13 leşkerên Fransî jiyana xwe ji dest dabûn, sersaxî ji Fransayê re xwest.
Ebdî li ser hesabê xwe yê tewîtterê bi sedema bûyera ku li Maliyê qewimî ye, sersaxî ji serokê Fransayê Emmanuel Macron û gelê Fransayê re xwest û diyar kir ku di encama qezaya helîkopterê de li Maliyê, 13 leşkerên Fransî jiyana xwe ji dest dan û ev cihê xemgîniyê ye.
General Mazlûm wiha got, “Artêşa Fransayê di têkoşîna li dijî terorê de xwedî roleke çalak e.”
I am very saddened by the news of the death of 13 French soldiers in a helicopter collision in Mali. In NE-Syria we believe the French army has done vital work in combatting terrorism. My most sincere condolences to French people @EmmanuelMacron their families and colleagues.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) November 26, 2019
Qezaya helîkopteran di dema çalakiya li dijî komên tundrew a li Malî ya li rojavayê Afrîkayê pêk hatibû û Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî peyameke sersaxiyê belav kiribû.