Kurdistan
HSDê li Dêre Zorê li dijî DAISê operasyonek encam da
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk îro operasyoneke taybet a li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li herdu bajarokên Sûse û Baxozê li rojhilatê Dêre Zorê pêk anîn, û 6 kes ji endamên DAIŞê girtin.
Li gor çavkaniyên herêmî, hêzên HSDê di vê operasyona xwe ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê de, li Sûse 4 kes û 2 kes jî li Baxozê destserkirin, lê heta niha tu zanyarî derbarê wan girtiyan de nehatine belavkirin
Şeva Çarşem li ser Pêncşemê jî, Hevpeymaniya Navdewletî ligel HSDê bi rêya helîkopteran operasyoneke taybet li gundê Cidêdet Igêdat li rojhilatê Dêre Zorê pêk anîbû.
Di wê operasyonê de, HSDê 4 kes ji endamên DAIŞê girtibûn, ku li gor zanyariyan, tê gumankirin ku ew kes Iraqî bin.