TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Kerkûkê 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 08 îlon 2024 02:53

PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê li taxa Şorawê di qeza çûnûhatê de 4 erebe li hev ketin, di encamê de 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.

Berpirsê çapemeniyê yê Rêvebiriya Tenduristiya bajarê Kerkûkê Saman Yaba Alî ji Rûdawê re gotiye:

“Li taxa Şorawê ya Kerkûkê 4 erebe qeza kirin. Di qezayê de 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxanan. Kesên mirî ji bo otopsiyê bikin, birin Tib a Edlî.”

Parve bike: