TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Edenê êrîsî ser avahiya HDPê kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 17 sibat 2022 14:01

PeyamaKurd Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, hin kesên nasnama wan ne diyar, bi çekan êrîşî ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Yuregîr kirin.

Li gor zanyariyan, ên êrîş birin ser avahiya HDPê, piştî êrîşa bi çekê madeyên teqemeniyê avêtin avahiyê û agir bi şaneşîna avahiya partiyê xistin.

Herwiha piştî welatiyên li derdorê gihaştin cihê bûyerê, agir hat tefandin û HDPî jî hatin avahiya partiyê û bang li polîsan kirin.

 

Parve bike: