TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Gogsûna Mereşê erd hejiya

İlyas batu
Edîtor
📅 16 rêbendan 2026 17:28

PeyamaKurd – Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarteyan (AFAD) ragihand ku li navçeya Gogsûnê (Göksun) ya bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbûye.

Li gorî daneyên fermî, erdhej îro 16ê Rêbendanê saet di 13:19an de pêk hatiye û tundiya wê 4 pile bûye.

Hat diyarkirin ku erdhej 7.01 kîlometre di bin erdê de çêbûye. Erdhej li navenda Mereşê û gundên derdorê jî hat hiskirin, lê heta niha derbarê zirarên canî an malî de agahiyek nehatiye parvekirin.

Parve bike: