TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meresê erdhejeke bi hêza 4.1 rû da

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 adar 2024 22:03
PeyamaKurd – Li Bazarcix a bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi pileya 4,1 çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê ragihand ku li navçeya Mereş Bazarcixê li demjimêr 17:09an erdhejeke bi tundiye pileya 4,1 çêbû.

AFADê diyar kir ku erdhej di kûrahiya 7 kîlometre bin erdê de rû daye.

Hêjayî gotinê ye di çend rojên dawî de, li bajarên Çewlig, Colemêrg, Dîlok û Meletîyê bi ser pileyên 4 erdhej çêdibin ku piştî erdjên 6ê Sibata 2023an ev erdhejên han jî dibin sedema tirsê.
Parve bike: