Kurdistan
Li Meresê erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Mereşê navçeya Elbîstanê ya Bakurê Kurdistanê, îro 21ê Tîrmehê piştî nîvro erdhejeke bihêz çêbû.
Li gorî ragihandina Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), îro Înê li demjimêr 14:23yan li navçeya Elbîstan a Mereşê, bi hêza 4 pileyên rixterê erdhejek çêbû.
Hate ragihandin ku kûrahiya erdhejê ya binê erdê 5.55 kîlometre bûye û li navçe û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.