TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Qaxizman a Qersê erdhej çêbû

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 mijdar 2024 11:03

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, îro berê sibehê erdhejeke bi hêza 4 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) li ser malpera xwe ragihand ku li navçeya Qaxizmanê a Qersê erd hejiya.

AFADê diyar kiriye, erdhejeke bi tundiya 4.0 pileyan li demjimêr 04:47an li navçeya Qaxizman a Qersê rû daye.

AFADê kûrahiya erdhejê ya ji erdzeminê wekî 7,71 kîlometre tomar kir.

Piştî vê erdheja ku bû sedema tirsê, derbarî ziyanan de ti agahdariyeke nexwestî nehatiye.

Parve bike: