TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dîgor a Qersê erdhejeke bihêz çêbû

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 sibat 2024 22:00
PeyamaKurd - Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê Dîgorê erdhej çêbû.

Li gorî daneyên AFADê belav kirine, li navenda Dîgorê erdhejeke bi pileya 3,9 rû da. AFADê diyar kir ku erdhej li demjimêr 16.51ê di kûrahiya 13.4 kîlometran de rû daye.

Çavdêrxaniya Kandilli jî ragihandiye ku pileya erdhejê 4,0 e û navenda wê jî devera Sorkunlu a Dîgorê ye. Li gorî Kandilliyê kûrahiya erdhejê 5 kîlometre bûye.

Parve bike: