Kurdistan
Li Silêmaniyê bermahiyên dîroka wan 11 hezar û 500 sal e hatin dîtin
PeyamaKurd – Li Silêmaniyê bermahiyên dîrokî ku tê gotin dîroka wan 11 hezar û 500 sal e, hatin dîtin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir ji K24ê re ragihandiye, tîmeke arkeolojiyê ya zanîngeha Reading a Îngilîstanê li gel Rêveberiya Keşnasî ya Silêmaniyê, bermahiyên avahiyeke ku dîroka wê 11 hezar û 500 sal e li herêmê dîtine.
Ev xirbe li hemberî şikeftên Zerzêw û Qizqapanê li nêzî çemê Rêzanê ne.
Heval Ebubekir diyar kiriye, tevahiya Kurdistanê bi van pêkhateyên dîrokî re ye û Kurdistan dergûşa mirovahiyê ye.
Herwiha parêzgarê Silêmaniyê Ebubekir got, "Ev bermahî nîşan didin ku em parçeyekî bingehîn ê dîroka şaristanî û mirovahiyê ne."