TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Silêmaniyê metirsiya nexwesiya kolerayê: 4 hezar nexwes hatin tomarkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 19 hezîran 2022 16:38

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nav sînorên parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, di çend rojên dawî de bi hezaran kes ji ber îshalê serî li nexweşxaneyan didin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî eşkere kir, di nava 6 rojên borî de nêzîkî 4 hezar ji ber zikçûn û îshalê serî li nexweşxaneyên Silêmaniyê dane.

Dr. Sebah Hewramî got, haletên ku li nexweşxaneyên Silêmaniyê hatin razandin, haletên giran jî tê de ne û nexweş têne tedawîkirin.

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de bi taybet li Silêmaniyê nexweşiya enfeksiyona zikçûnê zêde bûye ku guman heye ew nexweşiya kolerayê be ku çend roj berê li Kerkûkê jî haletên kolerayê hatibûn tomarkirin.

 

Parve bike: