TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xarpêtê TIR ekî û trên lihev ketin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 19 adar 2022 02:05

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê trêna barkirî li devera sanayiya organîzê li TIR ekî ket. TIR tije alav bûn û ajotvanê TIR ê dît ku wê qeza bibe, karibû xwe ji TIR ê bavêje û xwe rizgar bike.

Trên li dora 100 metreyê TIR ê bi xwe re kaş kir û alavên tê de tev rijiyan der û dora ciyê qezayê. Tîmên îtfaiyê û cendrimeyan çûn ciyê qezayê û piştî demekî karibûn rê ji bo çûnûhatê vekin. Di encama qezayê de zerar negihaye ti canî.

Parve bike: