TR KU SO
FB X
Kurdistan

Neşet Zaza: Peymana HSD û Şamê li Rojavayê Kurdistanê nehatiye bicihanîn

📅 21 sibat 2026 13:22

PeyamaKurd – Serokê Lijneya Rêveber a Encumena Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) Neşet Zaza, di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê, rexneyên giran li peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê girtin.

Zaza eşkere kir ku ev peyman heta niha tenê li herêmên Ereban ketiye meriyetê, lê li Rojavayê Kurdistanê tu gavên berbiçav nehatine avêtin.

Wî destnîşan kir ku hikûmeta Şamê tenê sozên vala dide û her du alî danûstandinan dikin, lê di encamê de gelê Kurd cefayê dikişîne û li gundên Kurdan pirsgirêkên ewlehiyê yên wekî dizî û talanê berdewam dikin.

Neşet Zaza bi taybetî bal kişand ser rewşa krîtîk a Kobanê û diyar kir ku ev bajar di qonaxeke pir dijwar re derbas dibe û pêdivî bi baldarî û hewildanên zêdetir heye.

Zaza tekez kir ku parastina yekparçeyiya herêmên Kurdî yên wekî Efrîn, Kobanî û Cizîrê pir girîng e û divê wekî yek herêm werin dîtin.

Li gorî wî, pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ne tenê meseleyeke çandî yan jî ya ziman e, belê meseleyeke siyasî û hebûnî ye ku çareseriya wê bi naskirina mafên neteweyî yên gelê Kurd ve girêdayî ye.

 

Di dawiya nirxandinên xwe de, Serokê ENKSê bang li aliyên Kurdî kir ku ji bo diyaloga bi Şamê re şandeyeke yekgirtî û hevbeş ava bikin. Zaza diyar kir ku bêyî yekîtiyeke navxweyî û şandeyeke hêzdar, daxwazên Kurdan nayên qebûlkirin. Wî bang kir ku Kurd bi yek dengî daxwazên xwe yên siyasî ragihînin da ku rê li ber çareseriyeke mayînde û garantîkirina hebûna Kurdan li Sûriyeya paşerojê were vekirin.

Parve bike: