TR KU SO
FB X
Kurdistan

Netanyahû: Qonaxa duyem dest pê kir, ne ji Îranê bûya Hamas tune bû!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2023 15:30

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû li ser destpêkirina operasyona bejahî ya li Xezeyê ragihand ku qonaxa duyemîn a şer dest pê kiriye û Îran bi piştgiriya Hamasê tawanbar kir.

Netanyahû got ku kabîneya şer û ewlekariyê biryara berfirehkirina operasyonan daye û diyar kir, ew derbasî qonaxa duyem a şer bûne.

Herwiha Netanyahû, Îranê bi piştgiriya Hamasê tawanbar kir û got, ne ji Îranê bûya Hamas tune bû.

Netanyahî da zanîn ku ew nizanin bê di êrîşa 7ê Cotmehê ya Hamasê de çiqas rola Îranê heye, lê da xuyakirin ku Îran ji sedî 90ê budçeya Hamasê dabîn dike, alîkariya diravî dide, çalakiyan dike, rêbertî û perwerdê dide.

Parve bike: