Kurdistan
Polîs li Diyarbekirê avêt ser avahiya HDP ê
PeyamaKurd- Bi sedema ku bo Leyla Guven bo serokê PKKê Abdullah Öcalan li zindana Hekkariya de, di greva birçîbûnê de ye, hinek HDP yî pankartê li avahiya HDP a Yenîşehîrê ya ser bi Diyarbekir ve daleqandin, polîs avêt ser avahiyê. Di avêtina ser avahiyê de hevserokê navçeya Yenîşehirê yê HDP ê Vahap Aydın û rêvebira partiyê Arzu Candan hatin binçavkirin.
Dema polîs avêt ser HDP ê, pê re pankartê daleqandî daxistin jêr û her du navboriyên li jorê birin rêvebiriya asayîşa Diyarbekirê.