Cîhan
Polîs avêt ser avahiya HDP ê ya bajarê Çorluyê
PeyamaKurd- Li navçeya Çorlu ya bi ser bajarê Tekirdağ ê, polîsên beşa têkoşîna li dijî terorê (TEM) avêtin ser avahiya HDP ê û gelek pirtûk, dokuman, materyal, ewraq û wêneyan bi xwe re birin. Di dema avêtina ser avahiya HDP ê de, hêzên asayîşê gelek tedbîrên tund sitendin.
Materyalên ku dest danîn ser, xistin nav torbeyan û birin baregeha asayîşê da kontrol bikin. Nehat ragihandin bê ti kes di bûyerê de hatine binçavkirin an na.