Kurdistan
Rojava: ISÎDê êrîsî HSDê kir, kustî hene!
PeyamaKurd- Rewangeha Mafên Mirovan a Suriyeyê ragihand ku terorên IŞÎDê, êrîşî baregeheke Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) kirine û di encama êrîşê de kuştî hene.
Li gorî daxuyaniya hat dayîn, IŞÎDiyan êrîşî baregeheke HSDê ya li nêzîkî zîndana Îstixbaratê ya li rojavayê Reqayê kiriye û di encamê de 2 şervanên HSDê hatine kuştin.
Li ser bûyera ku qewimî, jêderek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku di êrîşê de 2 IŞÎDî hatine kuştin û yek ji wan terorîstan, kembera teqîner li xwe kiribû.
Di agahiyên Rewangehê de hat diyarkirin ku ji destpêka sala 2022yan ve 199 operasyon ji aliyê kom û şaneyên çekdar ên IŞÎDê li deverên bin kontrola HSDê de hatine kirin.
Heta niha ji aliyê HSDê ve di derbarê bûyerê de daxuyaniyeke dorfireh nehatiye dayîn.