Kurdistan
Rojhilat | Ciwanekî Kurd bi guleyên hêzên Îranê hate kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li nêzî bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê ciwanekî Kurd ku di otomobîlê de bû gulebaran kir.
Hate zanîn ku ew ciwan bêyî were agahdarkirin teqeya rasterast lê hatiye kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.
Ajansa Kurdpayê ragihandiye ku bûyer roja Yekşemê li derdora bajarê Merîwanê li ser rêya Garan a nabvera bajarê Merîwan û devera Komasî rû daye û ciwanê bi navê Ajwan Kityanî bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê hatiye kuştun.
Termê Ajwan Kiyanî ku rakirine nexweşxaneyê hîn radestî malbatê nehatiye kirin.