Kurdistan
Sandên PDK û YNKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî dicivin
PeyamaKurd – Şandên PDK û YNKê wê îro roja Çarşemê li Hewlêrê bicivin.
Li gor Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kiriye, îro şandên polîtburoyên PDK û YNKê wê li bajarê Hewlêrê bicivin.
Herwiha Dilşad Şehab daye zanîn, şandên han wê li baregeha serokatiya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bicivin.