TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî Balyozê Tirkiyê û sanda pê re qebûl kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 adar 2025 20:22

PeyamaKurd - Serok Barzanî, îro 17ê Adarê li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anıl Bora İnan û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçû jî tê de amade bûbû, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî pêşhatên Iraq û deverê li hev guhertin.

Di civînê de, her du aliyan pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û serdana Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê, nirxandin.

Pêngavên pêkanîna Kabîneya Dehema a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, diyaloga navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û herwiha hilbijartinên bê yên Civata Nûnerên Iraqê jî mijarên beşeke din a hevdîtinê bûn.

Parve bike: