TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Mesûd Barzanî heyeta PWKê qebûl kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 15 mijdar 2023 05:08

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî heyeta Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)ê li Herêma Kurdistanê li navça Pîrmam a girêdayê Hewlêrê, li navenda PDKê qebûl kir.

Di heyeta PWKê de, serokê wê Mustafa Özçelik, cîgirên wî yên giştî Mehmet Can Azbay û Vahit Aba, endamê rêvebiriya navendî û hem serokê komîta Awrûpayê Baran Boskan, endamê meclisa partiyê û hem berpirsê Kurdistana Başûr Orhan Kaya, endama meclisa partiyê û komîta Awrûpayê Seval Mert hebûn.

Li gor ragihandina ofîsa çapemeniyê ya PWKê; serokê partiyê Mustafa Özçelik, ji ber serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî wan qebûl kiriye sipasiya wî kiriye. Özçelik, di derbarê avakirina partiyê, ramanên partiyê û siyaseta partiyê de agahiyan daye serok Barzanî.

Behsa bernama partiyê ya di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de û rewşa Tirkiyê kiriye. Özçelik, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wek partiyekî dost û bira pênase kiriye û xwestiye têkiliyên navbera her dû partiyan dewam bikin.

Serok Barzanî jî yekbûna her dû tevger û partiya PAKê ji ber di kongrê de, di bin navê PWKê de bûne yek, wan pîroz kiriye û di xebatên wan de ji wan re serkeftinê xwestiye.

Serok Barzanî her weha fikrên xwe yên di derbarê Herêma Kurdistanê û rewşa Iraqê de bi heyetê re parvekiriye û behsa çareseriya pirsgirêka Kurd di asta 4 perçeyan de, çareseriya di rêya aştiyê de ragihandiye û girîngiya wê destnîşan kiriye.

Parve bike: