Kurdistan
Serok Mesûd Barzanî ji bo heyeta BCF ê ya Efrînê: Bê ferq û teref alîkariyê bikin
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi heyeta Weqfa Alîkariyê ya Barzanî (BCF) re ya ku şandibûn Efrînê axifî û di derbarê xebatên wan de agahiyan sitend. Serok Barzanî bi serokê weqfê bi Musa Ahmed re di rêya telefonê de axifî û got bê ferq û teref bixin navbera pêkhateyên derverê, alîkariyê bikin.
Barzanî ji bo xebatkarên BCF ê re, ji ber xebatên wan sipasiya xwe kir. BCF heya niha gelek alîkariyê şand bakûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jîngehên Efrîn û Cindirisê. Tîmên Weqfa Alîkariya Barzanî xebatên xwe didin dewam kirin.
Dema BCF alîkariya xwe ya dermanan gihand nexweşxan Efrînê hîn bûn ku nexweşxane di erdhejê de hilweşiyaye. Niha hat ragihandin ku wê BCF li Efrînê baregehekî alîkariyê veke.