TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiye: 3 leskerên me di operasyona ser sînorê Herêma Kurdistanê de hatin kustin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 27 nîsan 2022 13:07

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku 3 leşkerên Artêşa Tirkiyê wan di operasyona ser sînorê Herêma Kurdistanê de hatin kuştin, 2 jî birîndar bûne.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da zanîn, di operasyona Pence-Kilîl ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê de, hêzên wan rastî êrîşeke roketan hatine û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê eşkere kir, hefteyek berê di nava sînorê Herêma Kurdistanê de, li deverên Metîna, Zap û Avaşînê dest bi operasyoneke berfireh kiribû.

Parve bike: