Kurdistan
Tirkiye: 4 leskerên me li sînorê Herêma Kurdistanê hatin kustin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, 4 leşkerên wan di operasyona Pence Kîlîd a li sînorê Herêma Kurdistanê birêve diçe de, di şerê li gel PKKê de hatine kuştin.
Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de got, 4 leşkerên wan di pevçûnên li gel çekdarên PKKê de hatine kuştin û herwiha 2 leşkerên din jî birîndar bûne.
Di berdewamiyê de Wezareta Berevaniya Tirkiyê navên leşkerên ku hatine kuştin jî eşkere kir û got, Çawişê pispor Harun Yildirim, Çawişê Pispor Savaş Borlu, Çawişê Pispor Fatih Kalkan û Efserê Çawişê biçûk Gokhan Agil di pevçûnên li gel çekdarên PKKê de dane.