TR KU SO
FB X
Kurdistan

YNKê besdarî civîna Parlamentoyê dibe

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 sibat 2019 23:57

PeyamaKurd- Berdevkê YNKê Seidî Pîre aşkere kir ku, YNKê dê beşdarî civîna Parlamentoyê Kurdistanê dibe ku, biryare 18 vê mehê birêve biçe.

Piştî bidawîbûna civîna îro di navbera herdu şandên PDKê û YNKê li bajarê Silêmaniyê Berdevkê YNKê Sedî Pîre ragehand ku, li ser pirsa Kerkûkê û wezareta dadê û babetên din lihevkirinek çêbû.

Derbarê civîna Parlamentoya Kurdistanê jî Seidî Pîre da zanîn ku, YNKê dê beşdarî civîna Parlamentoyê Kurdistanê ku, biryare 18 vê mehê birêve biçe dibe.

Parve bike: