PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya fermî ya Îranê, wê li zanîngehan xwendekarên keç ên ku serê xwe negirin mafê wan ê perwerdehiyê tune be.
Wezareta Perwerdehî û Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê ya Îranê bi daxuyaniyên cuda ragihandin ku xwendekarên keç ên ku li gorî rênimayên qanûna sergirtinê tevnegerin, wê ji mafê perwerdê sûde negirin.
Beriya vê daxuyaniyê jî Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser ferzkirina sergirtina jinan diyar kir ku hicab li welêt erkeke qanûnî ye û divê hemû pêkhateyên civakê wekî berê îro jî li ser mijarê tevbigerin.
Hêjayî gotinê ye, piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsê ehlaqê ve di meha Îlona 2022yan de ku ji ber serê wê vekiribû, li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê protestoyan dest pê kiribû. Jin bi diruşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî sergirtina mecbûrî rabûn ser piyan û hîn jî digel berdewama protestoyan li gelek deverên Îranê jin êdî serê xwe nagirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin