PeyamaKurd- Trump do ragihandibû ku dê di nava 24 sietan de peyameka girîng bo dinyayê belav bike. Nîhayet Trump di ser hesabê xwe yê twitterê de peyama xwe bo Awrûpayê, di derbarê DEAŞ ê de da û bang li Awrûpa kir:
“ Brîtanya, Fransa, Almanya û hevkarên din yên Awrûpî, 800 DEAŞ iyên li Sûriyê girtin, wan bibin teslîm bigrin û darizînin. Hindik maye ku DEAŞ biroxe. Bijarte (alternatif) ya me ya herî nexweş ew e ku em mecbûr bimînin wan serbest berdin.”
Di nava DEAŞ ê de bi taybetî gelek kesên Awrûpî hene ku welatên wan, wan qebûl nakin. Lewra ye ku Trump dibêje wan teslîm bigrin. Eger wan hemwelatiyên xwe teslîm nestînin, dibe Amerîka wan serbest berde.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin