Serdana sanda ku biçe Bexdayê hat pasxistin

Serdana sanda ku biçe Bexdayê hat pasxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serdana şanda Hikûmeta Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya pêşbînîkirî bo Bexdayê, hatiye paşxistin.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah eşkere kir ku sibe şanda hikûmetê naçe Bexdayê û ew serdan hatiye paşxistin.

Parlamenterê PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê Amanc Herkî beriya paşxistina serdanê dabû xuyakirin ku şanda hikûmetê ji bo gotûbêjên li ser pirsa neft, gaz, budce û mijara wezareteke din, ku maye wek pişka PDKê serdana Bexdayê dike daku rêkeftina ku hikûmeta Iraqê li ser wê bingehê hatiye pêkanîn were bicihanîn.

Herwaha Herkî gotiye, “Çûna şanda PDKê bo Bexdayê, ji bo wê rêkeftina li gel PDKê hatiye kirin, ku dest bi bicihkirina wan xalan bê kirin û PDK piştî kongreyê bi rûyekî nû dixwaze ligel Bexdayê gotûbêja wan pirsan bike û pêdagirbe li ser wan xalan ku li ser rêkeftin pêk hatiye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin