PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, beriya civîna hikûmetê ya derbarê vîrusa koronaya nû covid19 de, ragihand ku rûbribûyî krîzeke nedîtî bûne û hîn destpêka wê ye.
Macron bal kişand ser ku ya girîng ew e pirsgirêkên rojên pêş werin tesbîtkirin û got, “Em li destpêka krîzê ne. Me tedbîrên nedîtî wergirtin. Em li dijî vîrusê bi demê re di pêşbirkê de ne.”
Li gorî amarên fermî, heta niha li Fransayê 372 kesan ji covid19 can daye û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye 11 hezar kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin