PeyamaKurd – Nîqaşên ser plana vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê her roj dirûvekî nû distînin. Rayedarên Amerîkî dibêjin, ew vekişînê bênavber berdewam dikin, lê vê jî diyar dikin ku ji bo parastina hêzên Kurd li dijî operasyonên Tirkiyê hîn ti gavek nehatiye avêtin.
Li gor nûçeya Wall Street Journal (WSJ), "Heger Trump guherîneke radîkal di planên Sûriyê de neke, dê beşeke mezin a hêzen Amerîkî heta nîvê Adarê vekişin. Armanca ew e ku heta dawiya Nîsanê jî hemû hêzên Amerîkî ji Sûriyê bên vekişandin.”
Rayedarekî Amerîkî ji WSJê re axivîye û behsa 3 senaryoyên piştî piştî vekişînê kiriye.
Herwiha rayedarên Amerîkî dibêjin, heta niha di hevdîtinên ligel Tirkiyê de ti pêşveçûneke berbiçav çênebûye.
Li gor rayedarê Amerîk 3 senaryonên Amerîkayê wiha ne:
Li gor rojnameyê rayedarên Kurd ji Trump daxwazê dikin, planeke rê li ber operasyona Tirkiyê bigire bipêş bixe û danûstandinên Washingtonê yên Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku dibêje, Trump soza parastina Kurdan daye wan, têne bibîrxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin