PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê hêzeke xwe ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ve veguhestiye nav Iraqê.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Rejîma Sûriyê SANAyê, artêşa Amerîkayê karwaneke leşkerî û tankerên neftê li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ve gihandiye Iraqê.
Hatiye diyarkirin ku karwana hêzên amerîkî ji 111 barhilgirên leşkerî û tankerên neftê pêk dihat ku bi rêya deriyê sînorê Welîd gihandine parêzgeha Nînowa ya Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin