Frokeya Rûs ku leskerên Ûkraynî tê de bûn hate xistin: 74 kes mirin

Frokeya Rûs ku leskerên Ûkraynî tê de bûn hate xistin: 74 kes mirin

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku îro li herêma Belgorod a Rûsyayê frokeya veguhestina leşkerî ya Ilyushin Il-76 ketiye xwarê.

Li gorî nûçeya ajansa RIA ya Rûsî ku girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ye, di frokeyê de 3 regfaqetkar, 6 xebatkarên frokeyê û 65 leşkerên Ukraynayê yên dîl ketine deste Rûsyayê, bi giştî 74 kes hebûne. Jêderên Ukraynayî jî angaştin ku froke bi êrîşa mûşekî ketiye xwarê.

Serokê Komîteya Parastinê ya Parlamena Rûsyayê Andrey Kartapolov diyar kir ku froke di encama êrîşa 3 mûşekên ku welaten rojava dabûn Ûkraynayê ve hatiye xistin.

Kartapolov got ku di encama lêkolînan de wê diyar bibe ka ew mûşek Patriot in an IRIS-T ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin