'Generalê Payîzê' dawî li jiyana xwe anî!

'Generalê Payîzê' dawî li jiyana xwe anî!

PeyamaKurd – Helbestkarê Kurd Mihemed Omer Osman naskirî bi navê Generalê Payîzê dawî li jiyana xwe anî.

Helbestkarê Kurd ê naskirî Mihemed Omer Osman naskirî bi navê Jeneralî Payîz (Generalê Payîz) li Silêmaniyê bi destê xwe dawî li jiyana xwe anî. Mihemed Omer Osman 62 salî bû.

Şêrko Bêkes şi'ra Generalê Payîzê wiha pênase dike, "dîwana 'Li Xurbetê' ya şa'ir Mihemed Omer Osman, yek ji xweşiktirîn pencereyên şi'ra Kurdî ye di salên heşteyî yên sedsala borî de. Di vê dîwanê de ziman, dişibe bêrmeke kûr, ron a birqîner; xeyala wî ji şefafiyeta xwe wêdetir, ber bi asteke bilind a romantîk a nû hilkişiyaye. Dîwaneke payîza wê xurbetê ye ku şa'ir ligel her bêjeyekê carekê diweşe û careke din şîn tê. Ev xurbet ne beyanîbûna dûrî welat e, lê biyanîbûne ji welatê xwe û ji nava şa'ir bi xwe."

Mihemed Omer Osman di sala 1957an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Ji bilî helbestkariyê karê rojnamevanî û karkerî jî kiriye. Di sala 1985an de tekane-dîwana xwe ya bi navê ‘Le Xurbetê’ (Li Xurbetê) çap bûye. Şi’rên di wê dîwanê de heya niha bo 10 zimanan hatine wergerandin. Helbestên wî di polen 11em ên dibistanên navîn û herwiha di beşên wêjeyê de li zankoyê têne xwendin. Ew endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû û di 20-25 salên xwe yên dawîn de li Silêmaniyê dema xwe bi xwendin, nivîsandin, wênekêşan û ramana li ser payîzê bi ser dibir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin