PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Înê li wargeheke bi ser Zaxo de, ciwanekî xwe xeniqand û dawî li jiyana xwe anî.
Berdevkê îdareya serbixwe ya polîsê Zaxo Raîd Neşet Selman ragihandiye, îro em hatin agahdar kirin ku li wargeha Dêrebîn, ciwanekî bi navê Q.M.H xwe xeniqandiye û temenê wî 18 salî bûye.
Raîd Neşet Selman got, wî ciwanî xwe bi ben xeniqandiye û termê wî niha li bijîşkê dadî yê Zaxo ye.
Berdevkê polîsê Zaxo da zanîn ku wî ciwanî berî salekê hevjîna xwe ji dest dabû, lê hîn ne diyar e ji ber çi xwe xeniqandiye û lêkolîn wê li ser bûyerê bê kirin.
Li gorî hin çavkaniyan sedema xwe xeniqandina wî ciwanî ji ber salek berî niha hevjîna wî koça dawî kiriye ye û wî jî îro dawî bi jiyana xwe aniye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin