Kûrsa 'Rêzimana Kurmancî' ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê tê vekirin

Dîroka weşanê :
Kûrsa 'Rêzimana Kurmancî' ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê tê vekirin

PeyamaKurd – Ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê, bi awayê online wê kûrsa ‘‘Rêzimana Kurmancî’’ bê lidarxistin.

Li gor daxuyaniya Weqfa Mezopotamyayê, wê bi awayê online kûrsa “Rêzimana Kurmancî” pêk bê, kûrs wê li gorî rêzimana nûjen û di asteke bilind de be. Herwiha wê bi giranî li ser mijarên morfoloji, morfo-sentaks û sentaksa kurmanciyê be.

Kûrs wê heyşt hefteyan ango di navbera 27ê Cotmeha 2020an de û 18ê Kanûna Berfanbara 2020an de bi rê ve biçe û ders wê li ser Zoomê bên dayîn. Kontenjana kûrsê bi pêncî kesî sînordar e.

Ger serlêdan zêde çêbibin, kontenjan dibe ku bê nûkirin. Di nirxandina serlêdanan da şertê sereke ew e ku serlêder bi Kurdî baş zanibin û xebitîbin û bi xebatên rêzimanê re têkildar be. Şertekî din yê girîng jî ew e ku divê serlêder bi kêmanî di beşeke lîsansê de xwendekar bin an jî xelas kiribin. 

Serlêdan wê heta 25ê Cotmehê bên qebûlkirin.

Ji bo serlêdanê, divê forma serlêdanê bê dagirtin û ji bo e-maila mezopotamyavakfi@gmail.com bê şandin.

26ê Cotmehê dê lîsteya kesên ku hatine qebûlkirin bê îlankirin.

Kûrs bêpere ye.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin