PeyamaKurd - Weqfa Mezopotamyayê ku xebatên kurdî dike yek ji berhemên di koleksiyona Aleksandre Jabayî, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî “Rîsaleyî Tûhfetu’l-Xîlän Fi Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Diyariya Dostan di Zimanê Kurdan da)” çap kir.
Pirtûka ku ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdîyî ve bi tîpên erebî kurdî hatiye nivîsandin, ji aliyê zimanzan Mîkaîl Bilbil û Mistefa Oztirk ku di bin sîwana Weqfa Mezopotamyayê de xebatên kurdî dimeşînin ve hatiye latînîzekirin û ji aliyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye çapkirin.
DI KITÊBÊ DE HEM METNÊN ORÎJÎNAL Û HEM JÎ YÊN LATÎNÎZEKIRÎ HENE
Pirtûk ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdîyî ve ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatiye amadekirin û ji beşên rêziman, ferhengok û diyalogan pêk dihê û yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona Aleksandre Jabayî de cih girtiye. Di pirtûkê da hem nirxandina berhema Bazîdîyî hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û sadekirî hene.
Weqfa Mezopotamyayê herweha diyar dike ku ji bilî vê pirtûkê dê xebatên wan ên li ser zimanî bidomin. Kesên ku bixwazin pirtûka bi navê Mela Mehmûdê Bazdiyî bi dest bixin dikarin ji pirtûkfiroşan û li Weqfa Mezopotamyayê peyda bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin