PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, di encama vekolanên erdnasiyê de, 3 gorên dîrokî yên digihin serdema Romayê hatin dîtin.
Hat ragihandin ku di dema xebatên nûjenkirina depoya avê ya li beldeya Akincilar a navçeya Kaxtayê de ku sala 1973yan hatiye çêkirin, ligel hin cism û alavên serdema Romayê 3 gorên dîrokî jî hatine dîtin.
Berpirsê Muzexaneya Semsûrê Mehmet Alkan, ji rojnamevanan re ragihand ku xebatên vekirina her sê goran temam bûne û wan ew gorên dîrokî xistine parastinê.
Alkan diyar kir, "Heta 4 metreyan kolan hatiye kirin. Piştî wê astê jî 3 gor derketine holê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin