PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê yê bakurê Kurdistanê du parçeyên mozaîkên heyama Bîzansê hatin dîtin.
Hat zanîn ku gundiyekî bi navê Ahmet Yilmaz ji gundekî nêzîkî bendava Ataturkê li peravên avê du parçeyên mozaîkên dîroka wan digihe qirna 6an dîtine û ew radestî rayedarên muzexaneyê kirine.
Piştî lêlokîna rayedarên muzexaneyan li herêmê, herdu parçeyên mozaîkên serdema Bîzansê bo Navenda Muzexaneya Bajêr hatine veguhestin.
Hat diyarkirin ku dê ew parçeyên mozaîkan bo Desteya Parastinê ya Herêma Rihayê bên şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin